Reklam
Reklam
Reklam
Reklam
Reklam
Reklam

Bihişta Îskenderê Mezin: Gola Nemrud a Krater  

NÛÇE/ABORÎ Gola Krater ya Nemrud ku dikeve bakurê rojhelatê Tetwana Bedlîsê bilindahiya wê 2 hezar û 935 metre ye û gor li lutkeya Çiyayê Nemrudê dikeve. Gola Kirater ya Nemrud piştî Gola Krater ya Oregona DYA’yê gola kirater ya duyemîn ya herî mezin a cîhanê ye. Her wiha gol tenê bi bilindahî û meznahiya xwe […]

Bihişta Îskenderê Mezin: Gola Nemrud a Krater   
  • 4 Temmuz 2019 02:12
  • 4 Temmuz 2019 02:20

NÛÇE/ABORÎ

Gola Krater ya Nemrud ku dikeve bakurê rojhelatê Tetwana Bedlîsê bilindahiya wê 2 hezar û 935 metre ye û gor li lutkeya Çiyayê Nemrudê dikeve. Gola Kirater ya Nemrud piştî Gola Krater ya Oregona DYA’yê gola kirater ya duyemîn ya herî mezin a cîhanê ye. Her wiha gol tenê bi bilindahî û meznahiya xwe jî nayê zanîn ev gol bi xweşkahî û Îhtişama xwe ji balê dikişîne.

BIHIŞTA ÎSKENDERÊ MEZIN

Împartorê Makedon Îskenderê Mezin ev Gola Krater a Çiyayê nemrûd di dema seferên xwe yên rojhilat de keşf kiriye. Jî ber vê jî navê golê di pirtûkên dîrokê de “Bihişta Îskenderê Mezin” derbas dibe. Ev gola navdar bi quleteynên xwe yên ku ji ava sar û germ pêk tên jî ji ggelek turîstên xwecihî û biyanî re malivaniyê dike. Çiyayê Nemrut ku lî zivisatanê spora şemitandinê jî pêk tê, havînan jî bi Gola Krater ku ji ava sar û germ pêk tê ji gelek turîstên xwecihî û biyanî re malovaniyê dike.

HÊLÎNA NEBATÊN ENDAMÎK

Gola Krater a Nemrût derdora wê jî ji bo gelek zindewaran bûye hêlîn. Bi tîrêjîn rojê yên yekem re ku diavêjin lutkeya Çiyayê Nemrut û ewrên mijê derdora gola krater rengîn u hîn, xweşik û hîn balkêştir dibe ji bo temaşevanan. Kesên ku ji bo serê sibehê li lutkeya çiya derketina rojê temaşe bikin li çiya şeva xwe dibuhêrin di eynî wextê de temaşekirina vê golê jî wan mest û bextewar dike.  Her wiha bi cureyên çiwîkan yên zêde û nebatên endamîk yên li dora golê ku cihên xwe girtine temaşekirina vê gora krater balkêştir dibe.