Reklam
Reklam
Reklam
Reklam
Reklam
Reklam

Karsaz û Bankêra Kurd a Navdar Nadîrova: EM LI HERÊMÊ JI BO HEVKARIYA ABORÎ AMADE NE

Veysi Polat Narîn Nadîrovaya ku ev demek e dirêj e li Qazaxistanê karê bankerî, fînans û aboriyê dike, sala 2016ê xelata “Bankêra Salê”, sala 2017ê xelata “Yekitiya Gelên Qazaxistanê” û sala 2019ê jî xelata “Kesayetiya Salê” wergirt. Nadîrovaya ku li seranserê Qazaxistanê CEOya Home Credit Bankê ye, çendek berê li Diyarbekirê beşdarî Pêşengeha Ahmet Güneştekîn […]

Karsaz û Bankêra Kurd a Navdar Nadîrova: EM LI HERÊMÊ JI BO HEVKARIYA ABORÎ AMADE NE
  • 3 Kasım 2021 13:42

Veysi Polat

Narîn Nadîrovaya ku ev demek e dirêj e li Qazaxistanê karê bankerî, fînans û aboriyê dike, sala 2016ê xelata “Bankêra Salê”, sala 2017ê xelata “Yekitiya Gelên Qazaxistanê” û sala 2019ê jî xelata “Kesayetiya Salê” wergirt. Nadîrovaya ku li seranserê Qazaxistanê CEOya Home Credit Bankê ye, çendek berê li Diyarbekirê beşdarî Pêşengeha Ahmet Güneştekîn a bi navê “Jûra Bîrê-Hafıza Odası” bû û mecal dît ku sê rojan têra dilê xwe li nava Diyarbekira bajarê qedîm bigere.

Narîn Nadîrovayê behsa jiyana xwe, karê xwe yê serkeftî û fikra xwe ya li ser Diyarbekirê, ji Aboriyê re kir. Kerem bikin hûn, pirsên me û bersivên Narîn Nadîrovayê…

JÛRA BÎRÊ-HAFIZA ODASIYÊ BANDOREKE MEZIN LI SER MIN HIŞT

Beriya her tiştî dixwazim tu behsa Pêşengeha “Jûra Bîrê” ango “Hafıza Odasıyê” ji me re bikî. Te pêşengehê çawa dît, gava te dêhn û bala xwe dida berhemên pêşengehê, hest, fikir û ramanên çawa li te peyda bûn?

Gava min bala xwe da berhemên li pêşengehê bi rastî jî dikarim bibêjim ku bandoreke mezin li ser min hişt. Min êş û janên li vê erdnîgariyê hatine dîtin û kişandin, hîs kir. Wekî hemû kurdên dilsoz, ev hest l imin jî peyda bûn. Ez di wê baweriyê de me, divê êdî ev xwîna diherike bê sekinandin, divê em êdî berê xwe bidin ser riya aştiyê. Ez li Stenbolê jî çûbûm pêşengeha Ahmet. Lê bi rastî jî hesta li Diyarbekirê pir cuda bû. Bandoreke mezin li ser min hişt. Gava ji tunêla “5 No”yê derbas bûm, lerizîm.

DIYARBEKIR DI NAVA 10 SALAN DE GELEKÎ HATIYE GUHERTIN

Ez ne şaş bim ev cara duyem e tu têyî Diyarbekirê. Piştî 10 salan tu hatî û sê rojan li bajêr mayî. We Diyarbekira vê carê çawa dît?

Rast e, her wekî cenabê te got ev cara duyemîn e ez têm Diyarbekira Qedîm. Diyarbekir ne wekî 10 sal berê ye. Rastî bajarekî wiha hatim ku herdem geş dibe, bi pêş dikeve, modernîze û mezin dibe. Diyarbekir wekî layiqê navê xwe gelekî mêvanperwer e û qedir û qîmeteke mezin dide çand û hunera xwe. Tenê kêmasiyek heye! Mixabin di jiyana rojane de kurdî gelekî kêm tê axavtin. Ez di wê baweriyê de me ku divê kurdî bikeve her qada jiyana me. Nabe li bajarekî wekî Diyarbekirê, zimanê kurdî di rewşeke wiha de be…

DIYARBEKIR NAVENDA KURDAN E!

Haya kurdên Qazaxistanê çiqas ji Diyarbekirê heye? Gelo Diyarbekir baş tê zanîn? Gava behsa navê Diyarbekirê tê kirin çi dibêjin?

Erdnîgarî ango cografyaya ku kurd tê de dijîn çar perçe ye. Perçê mezin din av sînorê  Tirkiyê de ye. Loma jî Diyarbekir navenda kurdên bakur e. Koka me ji Wanê ye. Piştî Şerê Şêx Seîd malbata bav û kalên min, ji ber neçarî û ji ber zor û zehmetiyan ji vir derbasî Qefqasyayê bûne. Ya rast piraniya kurdên ku vê gavê li Qazaxistanê dijîn, hê wan çaxên ku ez behs dikim, ji van deran koçber bûne. Loma jî ev axa qedîm ji bo me girîng û pîroz e.

EM AMADE NE BI KARSAZÊN KURDAN RE BIKEVIN NAVA DIYALOGÊ

Gelo tu têkiliya we bi karsazên herêmê re heye?

Gelo nas û dostên min ên karsaz li Diyarbekirê û derdora wê hene. Lê di warê karekî hevpar, aborî û karsaziyê de têkiliyeke me heta niha çênebûye. Jixwe ez ji bo pêşengehê hatim û gelekî kêm mam. Lê pir dixwazim hevkarî û têkiliyeke wiha hebe. Têkilî dikarin xurtir bibin, em dikarin karên hevpar jî bikin. Kengê bê xwestin, ez tevî komekî xwe amade me.

DI DEMA SERHILDANÊ DE JI WANÊ HATIN SIRGUNKIRIN

Baş e Narîn Xanim, em vegerin ser jiyana malbata te. Narîn Nadîrova din av malbateke çawa de mezin bû?

Ez di nava malbateke welatperwer de mezin bûm ku nirxên neteweyî tê de pir bilind bû. Li ser bingeha van nirxên payebilind mezin bûm. Di nav malbata min de, xwişk-birayên min, pismam-dotmam û nevî-nevîçirk hemû bi hişmendiyeke kurdewar perwerde û mezin bûn. Helbet ev ji dê û bavê min derbasî me bûye. Helbet wan jî ji bav û kalên xwe wiha dîtine û dane me. Ji bo em li ser bingeha kurdewariyê perwerde bibin çi ji destê wan hatiye kirine. Hê jî dikin, loma jî minetdarê dê û bavê xwe me.

Koka malbata me ji Wanê ye. Ya rast koka malbata bavê min ji Wanê ye, koka malbata diya min ji Dîgora Qersê ye. Piştî Şerê Şêx Seîd, bapîrên min ên ku derbasî wî alî Çemê Erezê bûne, herdem ji me re bûne mêrxas û pêşeng. Em bi çîrok, stran, kilam, êş û mêrxasiyên ku ji wan mane re mezin bûn.

LI QAZAXISTANÊ HURMETÊ NÎŞANÎ KURDAN DIDIN

Li Qazaxistanê kurd bûn çawa ye, kurdbûn çawa tê binavkirin?

Ne dewlet, ne qazax, ne jî gelên li Qazaxistanê dijîn, ji ber ku kurd in tu zehmetiyê ji kurdan re çênake. Berevajî vê yekê, gelek kar û xizmetên ku em bi wan serbilind in, hene. Mesela kurdek gava bixwaze dikare bike k udi pasaporta wî de “kurd” were nivîsandin û jixwe di piraniya pasaportên kurdan de di cihê aîdiyet/neteweya wan de “kurd” hatiye nivîsandin. Gava li gundekî, deverekê, herêmekê an li bajarekî hejmar têrê bike, li dibistanan ji bo zarokên kurdan perwerdehiya zimanê kurdî tê dayîn.

 MALBATA MIN PIŞTGIRA MIN A HERÎ MEZIN E

Em vegerin ser jiyana te ya kar. Jiyaneke te ya kar heye ku gelekî serkeftî ye. Gelo sira vê serkeftinê çi ye? 

Malbata min, di warê manewî de herdem piştgira min a herî mezin bûye û niha jî wiha ye. Li Ermenistanê dê û bavê min, li Qazaxistanê jî xezûrê min –ku mine w jî herdem wekî baxê xwe hesibandiye- Akademîsyen û Profesor Nadîr Nadîrov herdem bûne piştgirên min. Xwesteka min jî di vî warî de pir hebû ku bikevim nava karê bankagerî û fînansê. Ji berê ve min dixwest li ser van karan bixebitim. Kariyera min a perwerdehî û dibistanê, berê min da vê qadê. Ya rast min di vî warî de tu zor û zehmetî nedît.

Bi minasebeta vê nivîsarê dixwazim bangekê li keç û xortên kurdan bikim. Beriya her tiştî divê bixwînin. Helbet xebata di warê aborî de, xebata teknolojiyê gelekî girîng e. Lê bi qasî vê yekê jî hebûn û feraseta wan a kurdewariyê gelekî girîng e. Divê zimanê xwe bizanibin û ji bîr nekin, kok û hebûna xwe bizanibin û hêza xwe ji van wergirin. Hingê tiştekî ku nikaribin bikin, wê nemîne…

Wergera ji Tirkî: Salihê Kevirbirî